Tenduristiya Zeyneb Celaliyan di xetereyê de ye

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku rewşa tenduristiyê ya girtiya siyasî Zeyneb Celaliyan ne baş e û berpirsên girtîgehê rê nadin dermankirina wê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Dewleta Îranê di van demên dawî de zext û binpêkirinên xwe yên li dijî girtiyan li Rojhilatê Kurdistan û Îranê zêdetir kiriye.

Rewşa tenduristiyê ya girtiya siyasî Zeyneb Celaliyan li girtîgehên Îranê di xetereyê de ye û nayê dermankirin.

Der barê de Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê raporek weşand.

Di raporê de hat diyarkirin ku Zeyneb Celaliyan ev çend meh in ji ber nexweşiyê di rewşeke giran de ye û jiyana wê di xetereyê de ye.

Têkildarî nexweşiya Zeyneb Celaliyan hate destnîşankirin ku êşa zik û xwînberbûn heye.

Her wiha raporê aşkere kir ku di vê hefteyê de rewşa Zeyneb gihîştiye asteke pir metirsîdar û nekare ji cihê xwe bilive.

Di raporê de hat ragihandin ku bijîşkên Zeyneb daxwaz kirine ku di zûtirîn demê de sewqî navendên bijîşkî bibe û were dermankirin.

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê di rapora xwe de got: berpirsên girtîgeha Zeyneb Celaliyan daxwaza Bijîşkan red kirine.

Hatiye diyarkirin ku berpirsên girtîgehê di redkirina dermankirinê de xwe spartine hinceta "Rewşa Şer"

Zeyneb Celalyan ku 20 sal in girtiye, yekane girtiya siyasî ya jin a demdirêj di girtîgehên Îranê de tê naskirin.

Di Îlona 2025’an de li navendeke bijîşkî ya bajarê Yezdê Zeyneb Celaliyan hatibû emeliyat kirin.

Lê piştî 24 saetan, bêyî ku qonaxên dermankirinê bi dawî bibin, yekser li Girtîgeha Yezdê hatibû vegerandin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye