Di 13`ê Tîrmehê de, di navbera komên xwecih û hêzên girêdayî Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê de, şerek dijwar qewimî û gelek sûc wek: girtinên ketober, windakirin, darvekirina sivîlan û hwd,hatin belgekirin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ragihand ku di şerê Siweydayê de, zêdetirî 560 kesan, di nav de 26 zarok winda ne.
SOHR anî ziman ku agirbestek di 19`ê Tîrmehê de hatibû ragihandin, lê çarenûsa kesên hatine windakirin hîna ne zelal e.
Malbatên kesên windakirî, bang li aliyên têkildar kirin ku çarenûsa zarokên wan diyar bikin.
Kombûna Jinên Zenûbiyayê bi bûneya roja Gulan daxuyaniyek da
Li aliyeke din de jî, Kombûna Jinên Zenûbiyayê bi boneya 2'ê Tebaxê ku ji aliyê Rêberê gelê Kurd Abdullan Oclan ve weke 'Cejna Gulan' hatibû diyar kirin de li hember kuştin û wêrankirina Jinan, çalakiyek li dar xistin.
Nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Partiya Sûriya Pêşerojê û tevgerên jinan ên li Tebqayê, beşdarî vê çalakiyê bûn û daxuyaniyek li ser navê Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ji aliya Fexriya Şêxo ve hat xwendin.
Kombûna Jinên Zenûbiyayê: Dijminê jinan hedef digire yek e
Kombûna Jinên Zenûbiyayê di duxuyaniya xwe de destnîşan kir ku dijminê ku jinan hedef digire yek e, tiştê ku li Siwêdayê diqewime nîşana zindî ya vê rastiyê ye.
Her wiha diyar kir ku jinên Siweydayê bi hemû awayên binpêkirinanan rûbirû dimînin, lê dîsa jî, wan îsbat kiriye ku agirê berxwedanê nayê vemirandin.
Kombûna Jinên Zenûbiyayê di dawiya daxuyaniya xwe de soza pabendiya bi Rêber Abdullah Ocalan û projeya neteweya demokratîk re nû kirin.
Çalakî bi pêxistina mûman li derdora wêneyên şehîdên jin ên Siwêdayê bi dawî bû.