Di konferansê de peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hat xwendin.
Rêberê Gelê Kurd di peyama xwe de balê dikişîne ser azadiya jinê û dibêje:
"Ez dayikên aşitiyê ku xwediyê vê sekna serbilind û rûmetê ne silav dikim û ji bo konferansa we serkeftinê dixwazim.
Rêber Ocalan: Divê jin taybet dayîk li vê pêvajoyê xwedî derkevin
Jin çawa bixwaze divê wiha bijî, lê divê cesareta wan a ji bo jiyaneke azad jî hebe.
Min rêzgirtina xwe ya ji bo jinan li ser rêgeza 'divê azadî bi ramanê dest pê bike' ava kiriye.”
Her wiha Rêber Abdullah Ocalan di beşeke peyama xwe de balê dikişîne ser jiyana komînal û vê nirxandinê dike:
“Rêya derketina ji vê pirsgirêkê bi hev re avakirina jiyaneke komînal û demokratîk e”
Di dawîyê de Rêberê gelê kurd bang li jinan taybet jî dayîkan kir ku li pêvajoya banga aştî û civaka demokratîk xwedî derkevin.