Di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de li Silêmaniyê semînerek hat lidarxistin

Li Bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê, di semînerekê de bal hat kişandin ser parastina destkeftiyên jinan yên li Rojava û Başûrê Kurdistanê û hate gotin ku têkoşîna jinan mafê jinan bi dest xistiye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di çarçoveya kar û çalakiyên 8’ê Adarê de bi pêşengtiya Nûnertiya Jinên ji Rojavayê Kurdistanê semînerek derbarê parastina destkeftiyên jinan yên li Başûr û Rojavayê Kurdistanê hate dayîn.

 

Semîner bi dirûşma ‘Bi Jin, Jiyan, Azadî, destkeftiyên Jinan Diparêzîn’ li Silêmanyê hat li darxistin.

 

"Divê jin di warê yasayî û aborî de hewl bide ku destkeftiyên jinan biparêze"

 

Di semînerê de rojnamevan Bêrîvan Zerdeşt axivî û bibîr xist ku piştî rûxandina rejîma BAAS'ê jinên Kurd li Başûrê Kurdistanê tevlî Parlamentoyê bûn û wiha got:

 

"Jin di nava partiyên siyasî de ne bûye xwedî biryar.

 

Heta niha nekariye vê hişmendiyê jî biguhere.

 

Her çendî di warê yasayî de heta astekê tundî hatibe sînordarkirin jî, lê bi dawî nebûye."

 

Herî dawî Bêrîvan Zerdeşt teqez kir ku divê di warê yasayî û aborî de jin hewl bidin ku destkeftiyên jinan li Başûrê Kurdistanê bi parêzin.

 

Bêrîvan Xalid: Bi rêxistinkirina jinan re civak hişyar dibe

 

Endama Desteya Rêveberiya Kongra Star li Rojavayê Kurdistanê Bêrîvan Xalid jî balkişand ser rola jinan di dîroka Rojavayê Kurdistanê de ku çirûska şoreşê li ser mîrateya Tevgera Azadiya jinê xwe bi rêxistin kiriye û got:

 

"Jinan xwe bi rêxistin kirin û kongreya xwe li dar xist in. Bi navê Kongra Star dest bi kar kirin.

 

Bi rêxistinkirina jinan civak hişyar dibe. Bi pêş ve diçin.

 

Li kêlek karê civakî û siyasî jî YPJ bûye îlham ji bo mîsogerkirina mafê jinan ya li Rojavayê Kurdistanê."

 

Bêrîvan Xalid anî ziman ku biryara wan weke jinên Rojava ew e ku bi têkoşîn û yekgirtina xwe wê hişmendiya bavik salar bidawî bikin.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye