Hikûmeta Libnanê, bi serokatiya Joseph Aoun û Serokwezîr Newaf Selam biryar da ku çalakiyên leşkerî û ewlehiyê yên Hizbullahê qedexe bike.
Her wiha Hizbullah neçar bike ku çekên xwe radestî hikûmetê bike.
Hikûmetê bang li hêzên leşkerî û ewlehiyê kir ku tedbîrên tavilê bigirin da ku biryarê bicîh bînin.
Li gorî çend çavkaniyan, Serokê Parlamentoyê Nebîh Berrî ji Hizbullah temînat wergirtiye ku ew ê ji Lubnanê eniyek piştgiriyê li dijî Îsraîlê veneke.
Di vê navberê de, çavkaniyek hikûmeta Qibrisê ji AFP'ê re got ku hatiye piştrast kirin ku dronên çêkirî yên Îranê yên ku baregeheke leşkerî ya Brîtanî li Qibrisê hedef digirin, ji Lubnana cîran hatine avêtin.
Heman çavkanî ragihand ku dibe ku ji hêla Hizbullahê ve hatibe avêtin.
Hizbullah biryara Lubnanê ya qedexekirina çalakiyan şermezar kir
Di heman demê de, Hizbullah biryara hikûmeta Libnanê ya qedexekirina çalakiyên wê yên ewlehî û leşkerî şermezar kir.
Serokê bloka parlemantoyê yê partiya Hizbullah Mihemed Reid, di daxuyaniyekê de rexne li biryarên hikûmetê yên li dijî Libnaniyên ku dagirkeriyê red dikin hatine girtin kir û wiha got:
“Libnanî li benda biryareke qedexekirina êrişkariyê bûn, lê li şûna wê ew bi biryareke qedexekirina redkirina êrişkariyê re rû bi rû ne.”
Serokê bloka parlamenter a Hizbullah Mihemed Reid biryarên hikûmeta Libnanê yên li dijî Lubnaniyên ku êrişê red dikin û wan bi binpêkirina aştiyê tawanbar dikin rexne kir.
Mihemed Reid bang li hikûmetê kir ku welat ji afirandina pirsgirêkên zêdetir dûr bixe, ji ber ku ew pirsgirêk welat dixin rewşa aloziya zêde û divê ew ji bo telafîkirina wan pirsgirêkan bixebitin.