Rojnameya Jerusalem Postê gotareke balkêş li ser ragêşîya Tirkiye û Îsraîlê weşand.
Nivîskarê gotarê Herb Keinon dibêje, "Heta ku Tirkiye mazûvanîyê ji Hamasê re bike, Îsraîl nikare rêya Xeza an Qudsê ji Tirkiyê re veke."
Keinon bi van gotinan bersivê dide axaftina Erdogan a di civîna G20an de hatibû kirin:
"Bi tenê li Rojhilata Navîn, heman lîderê ku mazûvanîya Hamasê dike, Îsraîlê wekî Nazîyan û serokwezîrê wî wekî Hîtler dibîne bi eşkereyî pêşnîyaz dike ku welatê wî dikare ji bo îstikrara Xezayê rolekê bilîze."
Durûtiya di meseleya ambargoyê de
Dûrûtîya polîtîkaya tirk a Îsraîlê mijareke din e ku di gotarê de cî digire.
Nivîskar bi van van gotinan balê dikişîne ser rastîya ambargoya aborîyê ya li hemberî Îsraîlê:
"Li vir mijar ne bandora wê ya li ser Îsraîlê ye, ji ber ku ev yek pêk nehat. Lêbelê li alîyekî Erdogan kampanyayeke polîtîk û retorîk li hemberî Îsraîlê dimeşîne lê li alîyekî din jî aborîya Tirkîyeyê ji îxracata ji bo Îsraîlê sûd werdigere. Ambargoya derew durûtîya Tirkîyeyê nîşan dide: Gotin tiştekî din e, kirin tiştekî din e. Dema ev tên kirin, mazûvanîya ji Hamasê re berdewam dike."
Pênasekirina birayên Misilman wekî rêxistineke terorîst
Biryara Amerîkayê ya pênasekirina Birayên Misilman wekî rêxistineke terorîst mijarele din a vê gotarê ye.
Nivîskar encamên biryara Amerîkayê bi van gotinan analîz dike:
"Pênasekirina Birayên Misilman ne tenê daxuyanîyeke polîtîk e. Dema Birayên Misilman bibe Rêxistineke Terorîst a Bîyanî, hemû sazîyên di nava tora wê de an kanalên fînansekirinê eşkere bibin. Ev ê jî bibe sebeba pêşîgirtina xebata Ajansa Hevkarî û Kordînasyonê ya Tirkîyeyê ya li Xezeyê."
Vîzyona Erdogan a li Rojhilata Navîn
Nivîskar xetereya Tirkîyeyê ya ji bo Îsraîlê wiha îzeh dike:
"Xurtbûna hebûna Tirkîyeyê li Sûrîyeya piştî Esed de, keştîyên wê yên şer yên li Rojhilatê Derya Spî, midaxaleyên wê yên di sîyaseta Filistînê de û hewldana wê ya ji bo girtina rolekê li Xezeyê nîşanên berfirehbûna daxwazên wê ne. Erdogan xwe wekî lîderê alema misilman dibîne. Ev vîzyon Îsraîlê wekî astengîyeke ku divê ji bê konrolkirin qebûl dike."
Di dawîya gotarê de ji Îsraîlê tê xwestin, "ne bi rêya sazîyên çandî, ne bi rêya ajansên humanîter û ne jî bi rêya mîsyonên dîplomatîk" destûrê nede Tirkîye di nava welêt de hebûna xurt bike.