Serokkomarê Tirkiyê Erdogan di civîna koma xwe de axivî

Civînên komê yên AK Partî û Partiya Gelecekê li Meclîsa Neteweyî ya Mezin a Tirkiyê hatin lidarxistin. Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand ku ji bo derxistina qanûnên pêvajoya çareseriyê ew zêde dirêj nakin û wê di dimeke kurt de qanûnan bînin meclisê.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Îro civîna Koma Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) û ya Partiya Gelecekê bû ku heftane li Meclisa Tirkiyê pêk tê.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di civîna koma AK Partiyê de axaftinek kir û li dijî muxalefetê got:

"Em digel tiştên ku partiyên din ên siyasî dikin an jî li ser çi nîqaş dikin, eleqedar nabin.

Prestîja Meclisa Neteweyî ya Mezin a Tirkiyê tê xirabkirin û saziya siyasî tê lawazkirin."

Erdogan: Em zêde dirêj nakin em ê qanûnê bînin meclisê

Her wiha serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan der barê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de anî ziman ku ew li ser çarçoveqanûnekê dixebitin û wiha got:

''Me jî dixwest vê pirsgirêka 50 salî yekser çareser bikin. 

Lê mixabin geşedanên li herêma me hişt ku em bi awayekî hestyar û bi tedbîr tev bigerin. 

Em niha li ser çarçoveya qanûnekê dixebitin ku tasfiyeya rêxistinê leztir bike. 

Piştî dan û standinên pêwîst, em zêde dirêj nakin û dê bînin rojeva meclisê.''

Davutoglu: Heke Tirkiye ne li ser maseyê be bila ava nebe

Serokê Partiya Gelecekê Ahmet Davutoglu di civîna koma "Rêya Nû" ya Partiya Gelecekê de axivî û bal kişand ser helwesta Tirkiyyê ya li hemberî siyaseta derve.

Davutoglu bal kişand ser venexwendina Tirkiyê ji bo Civîna Bilind a G-7 ê û got:

"Heke Kenya û Koreya Başûrî ji bo cihekî werin vexwendin û Tirkiye neyê vexwendin, wê demê wey li me.

Ev tê wê wateyê ku hûn li ser maseyê tune ne.

Ev tê wê wateyê ku ew tên ku bi Enqerê re hevdîtinê bikin, ne ji bo dan û standinên rastîn,

lê ji bo ku bibin beşek ji pêşandanê."

Davutoglu tekez kir ku Tirkiye di navenda pirsgirêkên Ûkrayna û Îranê û her wiha krîzên herêmî de ye û ev peyam da:

"Divê Tirkiye giraniya xwe di nav NATO'yê de nîşan bide.

Divê dev ji tonên tirsonek û lêborînê were berdan."

Di gotinên xwe yên li ser siyaseta navxweyî de, Davutoglu her wiha bal kişand ser dadmendiya civakî û rewşa mamosteyên ku ji ber pêvajoya hevpeyvînê, pergala taşerontiyê û bernameya şagirtiyê mexdûr bûne.

Davutoglu bi ragihandina ku "xebata demsalî dişibe koletiyê" rexne li pergala heyî kir û daxwaza nûbûnê kir.

Van daxuyaniyan nîqaşên li ser siyaseta navxweyî û rewşa navdewletî ya Tirkiyê dîsa anîn rojevê.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye