Li ser CHP operasyon bê navber didomin

Di çarçoveya lêpirsîna gendelîyê ya li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Antalyayê de, di pêla heştemîn a operasyonên bertîlê de 8 kes hatin binçavkirin.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Di çarçoveya lêpirsîna "bertîlê" de ya li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Antalyayê cara 8'emîn operasyon hate kirin. Di encama serdegirtina malan de 8 kes hatin binçavkirin.

Di çarçoveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Antalyayê ve hatiye koordînekirin de, beriya niha Şaredar Muhîttîn Bocek hatibû girtin û ji wezîfeyê hatibû dûrxistin.

Tohmetên gendeliyê, 195 milyon lîreye

Di lêpirsînê tê îdîa kirin ku hin karsazên ku îhaleyên şaredariyê qezenc kirine, ji bo misogerkirina pereyên wan ên pêşwext, 195 milyon lîre bertîl dane Bocek û kurê wî Mustafa Gokhan Bocek.

Operasyonên berfireh

Ji 17 kesên ku di operasyona 12ê Tebaxê de hatibûn binçavkirin, 8 kes hatin girtin. Piştre Mustafa Gokhan Bocek di 19ê Tebaxê de, gava ji Viyanayê vegeriya Antalyayê, hat binçavkirin û girtin.

Bav û kurê Ekrem Îmamoglû îfade dan

Bav û kurê namzetê serokomariyê yê CHP'ê û Şaredarê Bajarê Mezin ê

Stenbolê (IBB) Ekrem Îmamoglu, li Midûriyeta Polîsan îfadeyên xwe da .

Hasan Îmamoglû û Selîm Îmamoglû di çarçoveya lêpirsîna gendeliyê de bi sûcên " bertîlxwarinê " û "şûştina mal û milkên ji sûc hatine bidestxistin" wekî gumanbar îfade dan.

Gursel Tekîn dê wekî qeyûm berdewam bike

Navenda Giştî ya CHP’ê, li dijî biryara “qeyûm” a 45’emîn Dadgeha Giştî ya Hiqûqê ya Stenbolê ji bo serokatiya partiyê ya Stenbolê dabû, îtîraz kr.

Dadgeha Edliye ya Herêmê îtîraza navendê red kir. Bi vê yekê re biryar hate dayin ku şandeya qeyûm a li CHP’ê Stenbolê hatiye tayînkirin peywira xwe bidomîne.

Piştî biryara “tevdîrî” ya 45’emîn Dadgeha Giştî ya Hiqûqê ya Stenbolê, şandeyeke ku Gursel Tekîn serkêşiya wê dikir, di 2’yê Îlonê de weke qeyûm li Serokatiya CHP’a Stenbolê hatibû tayînkirin. 

Ozgur Ozel: Pasaporta dîplomatîk a Dîlek Îmamoglû betal kirin

Serokê CHPê Ozgur Ozel ragihand ku pasaporta dîplomatîk a Dîlek Îmamoglû, hatiye betalkirin.

Li ser redkirina îtîraza wê ya li dijî Serokatiya Bajarê Stenbolê ya CHP'ê, Ozel got: "Bila qeyûm di qûmê de bilîze. Werin em ji bo wî baxçeyek qûmê çêbikin, bila qeyûm di qûmê de bilîze."

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye