Erdogan bersiv da Rêberê PKK’ê

Tayyîp Erdogan, di civîna heftane ya koma partiya xwe de axivî. Erdogan da diyakirin ku pêvajo derbasî qonaxeke nû bûye û got: "Divê li hemû aliyan bê guhdarîkirin."

reset font size increase font size

Di çarçoveya pêvajoya Civaka Aşitî û Demokratîk de gêşedan û pêşketinên girîng çêdibin.

26'ê Cotmehê de Rêveberiya Tevgera Azadiyê ya Kurd, ragihand ku bi erêkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ew hemû hêzên xwe yên li Tirkiyê vedikişînin.

30'ê Cotmehê de Endamên Şandeya Îmraliyê ya DEM Partî Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar bi Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtinek pêk anîn.

Piştî vê di 3'ê Mijdarê de Endamên Şandeya Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Adullah Ocalan re hevdîtin kirin.

Şandeya Îmraliyê, ragihand ku Abdullah Ocalan di hevdîtinê de got:

“Ji bo derbasî qonaxa pozîtîf bibin, hewceye her kes di vê pêvajoyê de hesas, cidî û bi berpirsyarî tevbigere.”

Erdogan ji bo Komîsyon biçe Îmraliyê lamba kesk vêxist

Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan jî îro, di civîna heftane ya koma partiya xwe ya li meclîsê de li ser van gêşeden û pêşketinan axifî.

Erdogan, bê ku behsa hevdîtina komîsyonê bi Îmraliyê re bike balkişand li ser pêvajoyê û got

“Pêvajo derbasî qonaxeke nû bû ye.

Em gelek biqîmet dibînin ku li hemû aliyan were guhdarîkirin û dijber jî bin, li dijî bin jî divê li fikrên cuda were guhdarîkirin.”

Erdogan di civîna komê de îşaret bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk kir û ev tişt anî ziman: “Em ê guh nedin tehrîkan. Di nava 2 hefteyên dawî de geşedanên girîng qewimîn. Me bi qebûlkirina birêz Buldan û birêz Sancar re hevdîtineke çêker kir. Me, piştrast kir ku heman fikarên me hene.

Di hedefa xwe ya ‘Tirkiyeya bêteror’ de em gihiştin qonaxeke nû."

Erdogan: Divê her kes destê xwe deyne bin kevir

Erdogan destnîşankir ku divê her kes destê xwe deyne bin kevir û got: 

"Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê jî ji 5’ê Tebaxê heta niha bi civînên xwe erka xwe bi serkeftî bi cih anî.

Em gelek biqîmet dibînin ku di bin sîwana komîsyonê de hemû mijarên têkildarî pêvajoyê tên nîqaşkirin, hemû alî tên guhdarîkirin.

Em nexşerêya komîsyonê girîng dibînin. Bi izna Xwedê, em dê vê pêvajoyê bi serkeftî bi dawî bikin."

 Wê Kurtulmuş bi koordînatorên partiyên siyasî re bicive

Her wiha, hat ragihandin ku wê Serokê meclisê Nûman Kurtulmuş bi koordînatorên partiyên siyasî yên di komîsyonê de cih digirin re hevdîtinê bike.

Nûman Kurtulmuş, wê li Meclisê bi koordînatorên partiyên siyasî yên di Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê de cih digirin re, hevdîtinê bike.

Hevdîtin wê demjimêr di 16:00’ê de li odeya Kurtulmuş a li Meclisê pêk were.

Tê gotin ku wê hûrguliyên têkildarî rojeva civîna sibe ya komîsyonê bên nîqaşkirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye