Di çalakiyên ji bo Rojavayê Kurdistanê de herî kêm 930 kes hatine binçavkirin

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) da zanîn ku di çalakiyên ji bo Rojavayê kurdistanê hatin lidarxistin de herî kêm 930 kes hatine binçavkirin û rojnameger û zarok jî di nav de herî kêm 123 kes hatine girtin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

 

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên di dema çalakiyên prosteyî yên li dijî êrîşên HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin lidarxistin de, parve kir.

Di raporê de hate gotin ku li seranserî Tirkiyê û bakurê Kurdistanê li zêdetirî 22 bajaran herî kêm 70 çalakiyên aştiyane rastî êrîşa polîsan hatine, di êrîşê de gazên îsotê, guleyên plastîk hatine bikaranîn û tundiya fîzîkî li gelek kesan hatiye kirin.

 

Rojnameger û zarok jî di nav de herî kêm 123 kes hatine girtin

 

ÎHD’ê, da zanîn ku di çalakiyan de herî kêm 930 kes hatine binçavkirin û rojnameger û zarok jî di nav de herî kêm 123 kes hatine girtin.

Hat diyarkirin ku di dema mudaxileya polîsan de kesekî jiyana xwe ji dest daye, gelek kes rastî îşkencê hatine

Di raporê de ÎHD’ê destnîşan kir ku çalakiyên li Riha, Mêrdîn û Amedê ji hêla walîtiyan ve hatine qedexekirin û li Mêrsînê welatiyekî penaber bi guleyeke bêserûber hatiye avêtin jiyana xwe ji des daye.

Her wiha di raporê de hate gotin ku herî kêm 5 kes birîndar bûne û ji van 4 jê rojnameger in.

Bi domdarî ÎHD’ê cih da binpêkirinên li dijî çapemenî û azadiya xweîfadekirinê û got:

“Herî kêm 8 rojnameger dema nûçe dişopandin hatin binçavkirin.

Her wiha malperên înternetê hatin astengkirin û bi sedan hesabên medyaya dijîtal jî hatin girtin.”

Di raporê de hate gotin ku ji ber naverokên parvekirinên li ser medyaya dijîtal gelek welatî hatine binçavkirin û girtin, 2 jê zarok bi giştî 4 kes ji ber parvekirina vîdeoya vehandina porê hatine binçavkirin û zraokek hatiye girtin.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di berdewama rapora xwe de da zanîn ku mudaxileya polîsan a di çalakiyan de ne mudaxileyeke mecbûrî û bipîvan bû.Hat daxuyandin ku di hinek bûyeran de tevî welatî pir giran birîndar bûne jî ji parastineke tibbî ya bibandor bêpar hatine hiştin û bi vê yekê re mafê jiyanê û qedexeya îşkenceyê hatine binpêkirin.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye