Mûsa Anter di sala 1920an de li gundê Stilîlê yê ser bi navçeya Mêrdîn, Nisêbînê ve ji dayik bûye, wî di temenekî biçûk de, bavê xwe winda kir û dayika wî Fesla Anter ew mezin kir.
Mûsa Anter li gundê Stilîlê yê Nisêbînê ji dayîk bûye
Apê Mûsa dibistana xwe ya seretayî li Mêrdînê û ya navîn û lîse li Adenê qedandibû û xwendina Huqûqê li Stenbolê qedand.
Piştî çend salan tevî hin hevalên xwe, Komeleya Hêvî ava kir.
Di sala 1944'an de, bi keça Ebdurehîm Rehmiyê Hekarî re dizewice û ji wan re 2 kurên bi navê Anter û Dîcle û keçek bi navê Rewşen çêdibin.
Di 1948`an de Apê Mûsa dest bi derxistina rojnameyekê kir
Musa Anter di sala 1948an de yûrda Firatê vedike û dest bi deranîna rojnameya çavkaniya Dicle dike.
Li Amedê bi navê "Ilerî Yurd" yanî welatê pêşketî dest bi deranîna rojnameyeke din dike û ew ji ber nivîsên xwe jî ji bo demekê tê gitin.
Çend caran Apê Mûsa li Tirkiyê hatiye girtin
Di sala 1959an de, careke din tê girtin û tevlî 49 hevalên xwe 6 mehan di girtîgehê de dimîne.
Nivîsên Apê Mûsa di gelek rojname û kovarên mîna Welat, Ülke, Ozgur Gundem û Ozgur Ulke de hatine weşandin.
Di 1992`an de li Amedê tê kuştin
Di 20'ê îlona sala1992'an de, li kolanên Amedê ew bû hedefa dijminên çapemenî û ramana azad û jiyana xwe ji dest da û tevlî karwanê şehîdên çapemeniyê dibe.
Mûsa Anter bi kurdî û tirkî nivîsandiye
Mûsa Anter di pirtûka xwe ya "Hatiralarim" de wiha dibêje:"Ez şahidê zindî û sondxwarî yê tengasiyên Tirkiyê yê 55 sala me.
Gelo ez tenê şahid im? Na! Ez her wiha mehkûm, bersuc û dozdarê Tirkiyê me."
Hin berhemên Apê Mûsa ev in:
Birîna Reş - 1959
Kımıl - 1962
Ferhenga Kurdî - 1967
Hatıralarım- 1991 û1992
Çinara Min.
Destpêka jiyana Apê Mûsa li gundekî biçûk ê Bakurê Kurdistanê bû, niha jî tevî derbasbûna 33 salan bi ser kuştina wî re, lê ew bi nivîs, berhem û keda xwe di nav gelê Kurd de zindî dimîne. Li baxçeyê Xwendinê yê bajarê Qamişlo li Rojavayê Kurdistanê peykerekî Mûsa Anter hatiye çêkirin.