PYD`ê di 22`yemîn salvegera damezirandina xwe de daxuyanî da

Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk bi daxuyaniyekê salvegera 22'yemîn a damezirandina xwe pîroz kir û girêdana xwe ya projeya çareseriya demokratîk li Sûriyeyê û soza pêkanîna armancên gelê Sûriyeyê dubare kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku partiyê ji destpêka krîza Sûriyê ve xeta sêyemîn hilbijart û ev jî bû sedema serkeftina şoreşa gelan û di encamê de Rêveberiya Xweser hat avakirin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de girêdana PYD'ê bi têkoşîna siyasî û diyalogê ji bo rûniştandina nirxên demokrasiyê, parastina yekparçeya Sûriyê û misogerkirina mafên jinan û yên hemû pêkhateyan, hat dubarekirin.

PYD'ê di daxuyaniyê de pabendî bi yekrêzî û yekhelwesta Kurdî da û bang li Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê kir ku şandeya Kurdî vexwîne Şamê.

Di dawiya daxuyaniyê de pabendî bi peymana 10'ê Adarê hat dayîn û amadebûna xwe ji bo têkiliya bi hemû hêzên siyasî, civakî û niştimanî yên Sûriyê û meşa li gorî banga Rêber Abdullah Ocalan a aştî û civaka demokratîk, ragihand.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye