Malbatên dîlgirtiyan ji bo berdana zarokên xwe yên di zindanên Hikûmeta Veguhêz ya Sûriyê de meşiyan.
Îro malbatên dîlgirtiyan li Çerxerêya Kevokê ya Hesekê kom bûn û wêneyên zarokên xwe hildan.
Malbatan got:
“Zarokên me yekser berdin. Divê ev dosya beriya dosyayên din were çareserkirin."
Malbatan anî ziman ku heta eşkerekirina çarenûa zarokên wan, ew ê çalakiyên xwe bidomînin û bang li aliyên peywendîdar û rêxistinên navneteweyî kir ku bi lez dest tê werdin û êşên malbatan û zarokên wan bi dawî bikin.
Her wiha li bajarê Kobanê danê sibehê bi sedan malbatên dîlgirtiyan, ji bo berdana zarokên xwe yên di zindanên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê de meşek li dar xistin.
Li Kobanê malbatên dîlgirtiyan meşek li dar xistin
Meşê li Qada Jina Azad a bajarê Kobanê dest pê kir.
Di meşê de wêneyên dîlgirtiyan hatin hildan û dirûşmên "Em zarokên xwe dixwazin","Em esîrên xwe dixwazin","Em bi can û bi xwîn bi esîrên xwe re ne" berz kirin.
Meş bi dirûşmên "Em esîrên xwe dixwazin" bi dawî bû.