Pîrozbahiya 4'ê Nîsanê: Serok APO ji bo civakê xebitî

Îro bi boneye rojbûna 77'emîn a Abdullah Ocalan li gundê wî Amarayê pîrozbahiyek hate lidarxistin. Di çalakiya pîrozbahiya 4'ê Nîsanê de Çetîn Arkaş axivî û got: “Sedema tecrîda 27 salan jî hevaltiya me ya kêm e, ew ji bo me şermeke mezin e, her saeta ku Serok Apo li wê derê ye ji me re şerme. Divê demildest azadiya Serok Apo pêk were.” Her wiha birayê Abdullah Ocalan got ku divê rêxistinbûyîn û têkoşîn bê xurtkirin da ku em rêberê PKK'ê azad bikin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rojbûna 77'emîn a Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji aliyê bi hezaran kesan ve li mala Abdullah Ocalan, li gundê Amarayê ya navçeya Xelfetî ya Rihayê hate pîrozkirin.

Destpêkê gelên ku li gelek bajarê Bakurê Kurdistanê hatibûn bi meşê li navçeya Xelfetî heta gundê Amara meşiyan.

Pîştî girseya gel gihîşt gund pîrozbahiya 4ê nîsanê dest pê kir.

Xaniyê Abdullah Ocalan jê ji dayik bûye, bi wêneyên wî hatin xemilandin.

Pîrozbahî bi axaftina Çetîn Arkaş ku demekê li Girava Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re mabû û piştî 30 salî hatibû berdan, berdewam kir.

Çetîn Arkaş wiha got:

"Rêber Apo tu car pirîm neda dijminatiya gelan. 

Rêber Apo, Kurd û Kurdistanî ye, lê di heman demê de Ereb e, Tirk e û Ermenî ye jî.

Em ji koka xwe dûr nekevin, lê tu netew û baweriyan jî tune nahesibînin. 

Em li vir silav û rêzên xwe ji Dayika Uveyş ku temsîla xwedewandan bû dikin. 

Îro jin bi paradigmaya Rêber Apo ber bi azadbûn û xwedewandiyê ve diçin."

Çetîn Arkaş bal kişand ser krîz û kaosên li Rojhilata Navîn û wiha domand: 

"Xweşikbûna Rojhilata Navîn jî bi azadiya jinan ve pêkan e. Serok Apo 27 sal in di bin tecrîdê de ye. Di van 27 salan de ji bo xwe tiştek nekir.

Ji bo gelê xwe, gelan û civakê xebitî. Serok Apo rastî tecrîdeke dijwar hat û bi heqeretên mezin re rû bi rû ma. Hemû kesan heqeret dikir, lê derfeta wî ya bersiv bide jî tune bû.

 Lê nekarîn Roja me qirêj bikin. Sedema tecrîda 27 salan jî hevaltiya me ya kêm e.

 Ew ji bo me şermeke mezin e. 

Her saeta ku Serok Apo li wê derê ye ji me re şerme.

Divê demildest azadiya Serok Apo pêk were."

Aktivîsta TJA'yê Çetîn Arkaş jî di pîrozbahiyê de axivî.

Çetîn Arkaş got ku ji bo avakirina jiyana komînal tax bi tax, mal bi mal em ê rêxistin û berxwedana xwe mezin bikin.

Mehmet Ocalan: Divê rêxistinbûyîn û têkoşîn bê xurtkirin

 

Di dawiyê de birayê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan axivî. 

Mehmet Ocalan destnîşan kir ku ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan divê rêxistinbûyîn û têkoşîn bê xurtkirin. 

Bername bi derketina ser dikê ya koma govendê bi dawî bû.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye