Şêrwanî ji girtîgehê peyamek şand û banga piştgiriyê kir

Rojnamevan Şêrwan Şêrwanî ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye girtin û ev 11 roj in di greva birçîbûnê de ye, wî bang li her kesî kir ku di torên civakî de piştgiriya wî bikin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rojnamevan Şêrwan Şêrwanî peyamek bi deng gihand gelê Başûrê Kurdistanê û daxwaza piştgiriyê kir û wiha got:

"Herî kêm hûn dikarin wêneyekî min parve bikin, ji bo taritiyê mûmek jî bese, qet kêm nebînin."

Şêrwanî diyar kir ku ev bêdengî xizmeta tu kesî nake û wek xencerekê li ruhê wî dikeve û wiha dewam kir:

"Hûn li derve ne û ez di girtîgehê de me, hûn dikarin bertekan nîşan bidin, divê em bi hev re têkoşin û dengê xwe derxin.

Hûn dikarin bi rêya torên xwe yên civakî piştgiriya min bikin.

Ger hûn bêdeng bimînin, dê heqê min li ser we hebe.

Ji ber ku min hemû mafên taybet red kirin, ez ne ji bo şexsê xwe, lê ji bo civakê û dengê azad têdikoşim."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye