Desteya Heşd Şebî ragihand ku li bajarê Kerbelayê, dema parastina karwanê heciyan ku ji Kerbelayê diçûn Siûdiyê, bombeyek bi hêzên çekdar ên Heşd Şebî ve teqiya.
Hate diyarkirin ku di encama teqîna mayînê de çekdarekî Heşd Şebî yê bi navê Sefa Salih Eliwî yê ji lîwaya 37’an jiyana xwe ji dest da û 2 çekdar jî birîndar bûn.