Her sal di werza buharê de, li Zanîngeha Rojava festîvala biharê tê lidarxistin.
Îro jî li Zanîngeha Rojava festîvala 4’emîn a biharê dest pê kir.
Festîval ji aliyê xwendekarên Zanîngeha Rojavayê ve hatiye organîzekirin.
Di bernameya roja yekem a festîvalê de, xwendekar û kadroyên perwerdeyê yên zanîngehê û gelek rewşenbîr amade bûn.
Li wir cîgira hevserokên Karûbarên Xwendekaran a Zanîngeha Rojava Evîn Ehmed axivî.
Evîn festîval pîroz kir û anî ziman ku festîval bi armanca pêşxistina çand û hunerê di nava xwendekaran de tê birêxistinkirin.
Evîn Ehmed diyar kir ku zanîngeh ne tenê cihên fêrkirinê ne, lê di heman demê de navendên hunerî yên pêşxistina behreyan û xwepêşêxistinê ne û got:
“Mamosteyê zimanê kurdî Beşîr Mele Newaf û wêjevan û folklornas Salihê Heydo jî helbest xwendin.
Di festîvalê de pêşbirkeke stranan di navbera xwendekarên bi navên Lîlav Mihyedîn, Ronî, Sêvîn Oso, Leyla Mihemed û Barîn Murad de hat lidarxistin.
Di dawiyê de, di navbera 8 komên mamoste û xwendekaran de pêşbirekeke çêkirina xwarinê pêk hat.
Li gorî komîteya amadekar, di roja duyem a festîvalê de, dê pêşangeheke wêne û destkariyan a xwendekarên Fakulteya Hunerên Bedew were vekirin.
Di dawiyê de jî xwendekar dê werin xelatkirin.