Lezgin

Germahî zêde dibe, xwe biparêze!

reset font size increase font size

Bilindbûna pileya germahiyê a zêde û dijwar di demsala havînê de bandorên neyînî li ser laşê mirovan çêdike. Ji bo ku mirov parastina xwe bike divê gelek rê û rêbazên pêşîligirtinê bi kar bîne.

Her ku pileya germahî bilind dibe, laş dest bi xebata zêde dike da ku germahiya xwe biparêze, eger nikaribe gelek nîşaneyên germbûnê pêre derdikevin.

Pirsgirêkên ku bi mirovan re derdikevin wihane:

-Serêş

-Gêjbûn

-Westandin

-Devê hişk.

Gembûna zêde ne tenê nerehetiyê çêdike, di heman demê de xeteriyên tenduristî jî zêde dike. Yên herî zêde di xeteriyê de ne zarok, kal û nexweşên bi pirsgirêkên tenduristiyê yên kironîk in.

 Ji bo ku mirov xwe ji bandora germahiya bilind biparêzin divê van xalan pêk bîne:

-Birêkûpêk têr avê vexwe.

-Cilên sivik, fireh û rengên vekirî li xwe bike.

-Ji seat 11:00 sibehê heta 16:00 êvarê dernekeve derve.

-Ji bo bêhinvedanê li cihên siya an jî kilîma rawestin.

-Ji bo parastina ser û çavên xwe şapik û berçavkên rojê bi kar bînin.

-Bikaranîna kirêma parastokê ji tîrêjên rojê.

Bilindbûna germahiyê di havînê de diyardeyeke xwezayî ye, lê heke em tedbîrên pêwîst negirin pirsgirêkên rastî û cidî derdikevin.

Ezîme Hesin

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24