Tengava Hurmuzê yek ji navdartirîn rêyên avê yên cîhanê tê dîtin. Îdareya Enformasyona Enerjiyê ya Amerîkayê (EIA) vê yekê weke 'korîdora herî girîng a veguhestina petrolê ya li cîhanê' pênase dike. Ji sedî 20 îxracata petrolê û ji sedî 30 gaza xwezayî di bin xetereya qutbûnê de ne.
Kanala fermî ya Îranê roja yekşemê ragihand ku parlemana Îranê destûra girtina Tengava Hurmuz pejirandiye û biryara dawî ya derbarê vê kiryarê de li ser pêşniyaza herî bilind a ewlekariyê ya welatê re ye. Niha hemû çav li ser Îranê ye ku ka we Tengava Hurmuz bigire yan na?
Pisporê avê yê Urdunê Dr. Dureid Muhasina ji qenala Roya Newsê re axivî û hişyarî da ku,heger Îran biryara girtina Tengava Hurmuz bide, encamên karesata pêkan in û bal kişand ser wê yekê ku berdêlên vê tevgerê tenê bi Îranê re sînordar namîne. Her wiha dê bandorê li tevahiya aboriya cîhanî bike û rasterast bandorê li welatên Kendavê, Iraq, Urdun û her wiha Çîn û Ewrûpayê bike.
Dr. Dureid Muhasina diyar kir ku girtina Tengava Hurmuzê wê ji bo Îranê 'xwekuştina ekonomîk' be û got: “Urdun ji ber girtina Tengava Hurmuzê dê rasterast bikeve bin bandora qutbûna zincîrên peydakirinê… Dibe ku di dema girtina Tengava Hurmuzê de buhayên petrolê ji 90 dolarî zêdetir bibe… Piştî şerê Rûsya û Ûkraynayê Ewrûpa xwe dispêre gaza Qatarê û girtina Hurmuzê wê bandor li ser Ewrûpayê jî bike… Amerîkayê li ser navê aramiya cîhanî, herêmê radestî nêrîna Îsraîlê dike.”
Li gorî nêrînên pisporên cîhanî yên aboriyê, Tengav di navenda bazirganiya enerjiya cîhanê de ye. Girtina Tengava Hurmuzê wê bandorên mezin li aboriya cîhanê bike. Dê ev yek jî bibe sedema zêdebûneke girîng a buhayê enerjiyê û rêjeya enflasyonê.
Alternatîfên Tengava Hurmuz heye yan na?
Li gorî nêrînên pisporan, pêşniyarên alternatîf ên wekî ‘Cape of Good Hope’ pir buhane û 15 roj rê dirêj dike. Lêçûn jî di hin rewşan de ji milyon dolaran zêdetir dibe. Ev alternatîf rasterast bandorê li ser têgeha depokirina demkî û ji bo herikandina erzaqên berdewam, garantiyê nadin.
Hate piştrastkirin ku xetên boriyên bejahî yên li welatên Kendavê, yên mîna Erebîstana Siûdî û Îmaratê di warê karîgerî, kapasîte, leza radestkirinê û qebareya kelûpelên hatine veguhestin de alternatîfeke bi bandor a veguhestina deryayî temsîl nakin.
Cîhan ji bo çareserkirina van pirsgirêkan re ne amade ye
Hate destnîşankirin ku ji nû ve xêzkirina nexşeya bazirganiyê ya cîhanî li ber ronahiya girtina korîdorên mîna Tengava Hurmuzê û Derya ya Sor tê wateya ku di warê lêçûn, dem, bac û kompleksên gumrukê de zehmetiyên mezin werin jiyîn. Ev yek jî dibe sedema zêdebûna buhayên dawî, giranbûna krîza zincîra peydakirinê. Bi taybetî xetên enerjiyê nagihîjin berdewamiyê. Ev yek jî dibe sedema tevliheviyê, derengketina şandina kel û pelan û zêdebûna mesrefê. Pisporan hişyarî dan ku bazarên ji ber vê sedemê werin avakirin jî nikarin valahiya çêbûye dagirin. Taybet ji hêla binesaziya lojîstîk, bêkariya zêde û peşwazîkirina pêwîstiyên bazirganiyê. Pisporên aboriyê destnîşankirin ku cîhan ne amade ye bi van pirsgirêkan re mijûl bibe, nemaze ji ber tunebûna çareseriyên demdirêj ên bi bandor.
Tengava Hurmuz li ku ye?
Di navbera Uman û Îranê de ye. Kendava Basra bi Kendava Umanê ve girê dide. Xala herî teng a tengavê tenê 33 km fireh e. Di heman demê de firehiya derbasgehên navîgasyonê jî 3,7 km derbas nake û ev jî dibe tengava qerebalix û xeternak ji bo tevgera keştiyê.
Demhat Mısto