Erdogan: Em amadekariya gavên nû dikin

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan bi boneya sala 24`emîn a avakirina Partiya xwe, li navenda giştî ya AKP`ê têkildarî pêvajoya `Aştî û Civaka Demokratîk` nirxandin kir û got: “Em pêvajoyê derbasî astekî nû dikin, em ê bernameya reformê ku bêhtir demokrasiyê, bêhtir azadiyê û dewleteke çalaktir armanc dike di mehên pêş de gav bi gav bêxin meriyetê.”

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan bi boneya sala 24`emîn a avakirina Partiya xwe de li navenda giştî ya AKP`ê têkildarî pêvajoya `Aştî û Civaka Demokratîk` nirxandin kir.

Erdogan diyar kir ku ew ê di serdema pêş de bernameyeke reformê ragihînin û got: “Tirkiyeyê ji bo çareserkirina vê pirsgirêka navxweyî firsendekî dîrokî bi dest xistye.

Erdogan anî ziman ku di pêvajoyê de pêşketineke girîng çêbûye û axiftinên xwe wisa domand:

“Hêviya me ew e ku ev rewş were parastin hemû kesên piştgiriyê didin pêvajoyê dê navê xwe li dîrokê binivîse.

 Ne miletê me ne jî nifşên pêşerojê dê kesên bi helwestên populîst vê mijarê asteng dikin efû nekin. Em guhên xwe li rexneyên çêker nagirin lê em rê nadin rexneyên hilweşîner.”

Erdogan di berdewamiya axiftinên xwe de diyar kir ku li herêmê lîstikeke nû tê pêşandan û li dinyayê hevkêşeyeke nû tê avakirin.

 

Erdoxan: Em ê bernameya reformê gav bi gav bêxin meriyetê

 

Erdogan nirxandinên xwe herî dawiyê wisa qedand:

“Em ê bernameya reformê ku bêhtir demokrasiyê, bêhtir azadiyê û dewleteke çalaktir armanc dike di mehên pêş de gav bi gav bêxin meriyetê.

Bi bernameya reformê ya Sedsala Tirkiyeyê re em ê bi lez û bez ber bi armancên xwe ve biçin.”

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24