Li Sûdanê kolera bi awayekî berfireh belav bûye û heya niha zêdetirî 99 hezar û 700 kes bi kolerayê ketine û 2 hezar 470 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan.
Doktorên Bê Sînor diyar kirin ku li Sûdanê di hefteyekê de, ji ber nexweşiyên Kolerayê 40 kes mirin.
Tîmên girêdayî Doktorên Bê Sînor zêdetirî 2 hezar û 300 nexweşên kolerayê li herêma Darfûrê derman kirine.
Kolera nexweşiyeke bakteriyal e ku bi gelemperî di nava ava qirêj de belav dibe. Kolera dibe sedema êşa giran û ziwabûnê.
Hin caran dibe sedema mirina kesan, eger di demeke nêz de, nayê derman kirin.