Bûyer di saetên şevê de li herêma pîşesaziyê ya bajarê Aarau, di dema ahenga muzîkê ya bi navê "Aarauer Rave" de qewimî. Li gorî agahiyên destpêkê yên polîs, kesekî nenas bi çekê gule li derdora xwe reşandin. Di encamê de tirseke mezin di nav beşdaran de çêbû.
Hêzên ewlekariyê û tîmên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Polîsê herêmê ragihand ku kesek di cih de miriye û birîndarên ku rewşa hinekan ji wan giran e, hatine rakirin nexweşxaneyan. Ji bo girtina kujer operasyoneke berfireh bi piştgiriya helîkopteran hatiye destpêkirin û lêkolîn berdewam dikin.