Encûmena Serbazî ya Nîjerê ragihand ku wan piştî hewldaneke derbeya leşkerî ya bi sînor, kontrola tam li ser Bingeha Hewayî ya 101 a nêzîkî Balafirgeha Navdewletî ya Niameyê bi dest xistiye. Operasyon bi piştgiriya rasterast a yekeyên leşkerî yên rûsî yên li welat hat birêvebirin.
Wezîrê Parastinê yê Nîjerê, General Salifou Mody, di daxuyaniyeke fermî de diyar kir ku komeke leşkeran hewldaneke têkdanê pêk anîn û gule li deverên hestiyar reşandin, lê belê hêzên parastinê zû destwerdan kirin û rewş xistin bin kontrolê. Mody bang li gel kir ku aram bin û piştrast kir ku ewlehî li tevahiya paytextê hatiye mîsoger kirin.