NY cezayên li ser El-Şeri û Enes Xetab rakirin

Konseya Ewlehiyê ya NY’ê pêşnûmeya rakirina cezayan li ser serokê Hikûmeta veguhêz a Sûriyê Ehmed El-Şeri û wezîrê karên hundir yê Hikûmeta Veguhêz Enes Xetab, pejirand.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî pêşnûmeya rakirina cezayên li ser Ehmed El-Şeri û  Enes Xetab xist dengdanê.

Di dengdanê de 14 endaman dengên "erê" dan û tenê Çînê red kir.

Balyozê Çînê jî ku dengê "na" da, fikarên xwe anîn ziman û got:

"Çekdarên terorîst ên biyanî ku li Sûriyeyê hene, dikarin sûdê ji rewşa ewlehiyê ya nazik wergirin." Her wiha got konseyê rewş bi tevahî nenirxandiye.

Di vê derbarê Wezîrê karên derve yê Hikumeta Veguhêz Esed El Şeybanî daxuyaniyek li ser X’ê de wiha got:

"Dîplomasiya Sûriyê hebûna xwe ya çalak û şiyana xwe ya ji bo pêşkeftineke domdar di rakirina astengiyan û vekirina rê li ber pêşerojeke Sûriyeyê ya aramtir de îsbat dike.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye