Ji dema dagirkirina Efrînê û vir de, tundî û binpêkirinên li dijî welatiyên kurd bê navber didomin.
Li aliyekî kuştin û li aliyê din jî talankirina mal û milk.
Li gor çavkaniyên ji Efrînê duh grûpeke nenas gule li welatiyê Kurd Mihemed Ehmed Derwîş ê 55 salî reşandin.
Mihemed Ehmed Derwîş ew ji xelkê gundê Birc Ebdalo yê ser bi navçeya Şêrawa ve ye.
Vî kesî di dema ku nobedariya panelên xwe yên enerjiya rojê dikir, rastî êrişê hat û di cih de canê xwe ji dest da.
Berya du rojan jî, ango di êvara 5'ê Mijdarê de , welatiyê Kurd Şukrî Ehmed Oso ê 73 salî rastî êrişeke çekdarî hat û pişt re li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Tevî ku belge hene jî welatiyên Efrînî nikarin biçin malên xwe
Hemwextê van bûyerên kuştinê re, talankirina mal, milk û berhemên zeytûnan jî didome.
Kurdên Efrînê yên ku vedigerin Efrînê tevî ku ew belgeyên fermî pêşkêşî Komîteya Vegerandina Mal û Milkan dikin jî, nikarin milk û berhemên zeytûnên xwe ji destê fermandarên çekdaran rizgar bikin.
Her çend tê gotin ku Hikûmeta Veguhêz ji bo vegerandina mal û milkan komîte ava kiriye.
Komîte ji xwediyên milkan daxwaza belge û tapoyan dike da ku bikaribin milkên xwe ji destê komên çekdar û Erebên hawirde derxînin, lê tevî ku ev belge têne pêşkêş kirin jî, lê heta niha ti gavên şênber nehatine avêtin.
Talankirina berhemên zeytûnan bê navber didome
Li aliyekî din jî li gundê Hesendêra yê navçeya Bilbilê, fermandarekî berê yê koma "Hemzat" bi navê Cuma Hemşo û kesekî din dest danîne ser berhemên zeytûnên 9 welatiyên Kurd.
Tevî ku ev welatî xwediyên belgeyên fermî yên milkiyetê ne, dîsa jî nikarîbûn berhemên xwe ji destê koma Hemzatan derxin.
Her wiha şeva borî li gundê Kotana yê heman navçeyê, ji aliyê koma çekdaran ve berhemên zeytûnan yê 6 welatiyên Kurd hat dizîn.
Di dema diziyê de zerareke mezin gihandin daran û şaxên wan şikandin.
Îro jî li baxçeyên Zeytûnan ên Kurdan li Cindirêsê, xizmên çeteyan darên zeytûnan li pêş çavê xwendiyên wan, talan dikin.
Ev bûyerên tundî û binpêkirinan a li Efrînê bûne sedem ku tirs di nav xelkê de belav bibe û xelk di nava bê aramiyê de bijînç