Di van rojên dawiyê de, mijara çekdayîna Kurdan ji aliyê Amerîkayê ve ji bo Kurdan bûye rojev.
Serokê Amerîkayê jî Donald Trump gotibû ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji bo şerkirina li dijî Dewleta Îranê çek daye partiyên Kurdî.
Li ser vê yekê Hevseroka Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Peyman Viyan ji Ajansa Mezopotamiyayê re axivî.
Peyman Viyan ev yek red kir û got ku ne wan û ne jî, Hevpeymaniya Kurdî ti çek ji Amerîkayê negirtine.
Di heman demê de, Hevseroka PJAK`ê diyar kir ku gelê Kurd ji bo hebûna xwe her li meydanan e û naxwazin bibin qurbaniyên ti kesan.
Her wiha Peyman Viyan da xuyakirin ku çareseriya esasî gelê Kurd e û destnîşan kir ku di çarçoveya Îraneke demokretîk de divê hemû gel bi zaman, çand û hebûna xwe tekoşîn bikin.
Hevseroka Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Peyman Viyan da zanîn ku divê her kes zanibe ka dê parastina xwe çawa bike û got:
“ Em ê di her qadê de piştgiriya Rojhilat bidomînin”