Li Qamişlo panela ‘ber bi Sûriyeke pirrengî û nenavendî’

Li bajarê Qamişlo Meclisa Sûriye Demokratîk (MSD) panelek bi navê “Peymana 10`ê Adarê, şêwazên li hevkirinê ya ber bi Sûriyeke pirrengî û nenavendî ve” li dar xist. Di panelê de hate diyarkirin ku Hikûmeta Şamê dixwaze hemû Sûriyê tevlî xwe bike û bi vî awayî Sûriyeke nû nayê avakirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Meclisa Sûriye Demokratîk (MSD) bi navê “Peymana 10`ê Adarê, şêwazên li hevkirinê ya ber bi Sûriyeke pirrengî û nenavendî ve li Hola Zana ya bajarê Qamişlo panelek li dar xist.

Endamên saziyên Rêveberiya Xweser, civaka sivîl, hiqûqnas, akademisyen, siyasetmedar, rojnamevan, mamoste, oldar û bawermend, rewşenbîr û nivîskar ên ji pêkhateyên Kantona Cizîrê, koçberên Serêkaniyê û Efrînê beşdarî panelê bûn.

Panel ji hêla endama Meclisa Giştî ya MSD`ê Hediya Şemo, Hevseroka Nivîsgeha Têkiliyan a MSD`ê ya Kantona Cizîrê Derya Remedan û Hevserokê Nivîsgeha Têkiliyan a MSD`ê Hesen Mihemed Elî ve hate birêvebirin.

 

"Heke hikûmeta Şamê rewşê baş şîrove neke, dibe ku li Sûriyê alozî kûrtir bibin"

 

Hevserokê Nivîsgeha Têkiliyan a MSD`ê Hesen Mihemed Elî diyar kir ku MSD her dem hewl dide rewşa heyî li herêmê, bi taybetî rewşa Sûriyê binirxîne û wiha  got:

"Heke ew niha nikaribin rewşê baş şîrove bikin, dibe ku li Sûriyê alozî kûrtir bibin.

Ji bo ku ew rewş neyê jiyankirin em di nava tevgerê de ne."

Hesen Mihemed Elî balkişand ser guhertinên ku li ser asta Rojhilata Navîn û cîhanê  rû didin û wiha lê zêde kir:

"Armanca van guhertinan ew e ku ji bo pêşxistina aliyê aborî de ji nû ve sîstem li deveran were danîn."

 

"Gavên ku gel davêjin ji bo avakirina Sûriyeke nenavendî ye"

 

Mihemed Elî diyar kir ku gavên gel li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo avakirina Sûriyeke nenavendî û pirrengî avêtine û wiha axivî:

“Gavên li herêmê bi pêkanîna Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî dest pê kir, pêkhateyên li herêmê jî ji bo yekhelwestê konferansa xwe li dar xistin û daxwazên xwe anîn ziman.

Bi konferansa yekhelwestê xalên nelihevkirinê ji holê hatin rakirin.

Dema ku em bixwazin roleke girîng û pêşeng bilîzin, divê em ji xwe dest pê bikin."

 

"Hikûmeta Şamê dixwaze hemû Sûriyê tevlî xwe bike"

 

Hesen Mihemed Elî destnîşan kir ku rêya pêkanîna peymana 10`ê Adarê ne hêsan bû û wiha domand:

"Ji bo bicihanîna daxwazan ne hêsan ku di demeke kurt de jî bigihîje encamekê. 

Hikûmet heyî mîna rejîma berê bi nêrîneke şovenist li mijarê dinêre, dixwaze hemû Sûriyê tevlî xwe bike. Bi vî awayî em Sûriyeke nû nabînin.

Ji bo dest bi avakirina saziyan bê kirin, pêwîste entegrasyon demokratîk û ne bi dare zorê be.

Hikûmeta heyî hewil dide ku temsîla dewleta Sûriyê bike, lê faktorên dewletê tune ne û hilbijartin nehatine kirin.”

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24