Hêzên Rûsyayê 233 dronên Ûkraynayê têk birin

Artêşa Rûsyayê bajarokekî nû ji axa Ûkraynayê kontrol kir û 233 dronên Ûkraynayê xistin xwarê. Li aliyekî din, serokê berê yê Parlamentoya Ûkraynayê li rojavayê welatê xwe hat kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Artêşa Rûsyayê di 24 seatên dawiyê de, bajarokekî nû li Donetskê bi dest xist, 4 mûşekên ji cûreyên Neptûn û 233 dronên Ûkraynayê têk birin.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku hêzên Rûsyayê yên ku li herêma Donetskê tevdigerin, bajarokê Kamyshvakha li başûrê rojhilatê Ûkraynayê kontrol kirine.

Wezaretê diyar kir ku pergalên parastina hewayî 4 mûşekên Neptûn û 233 dron asteng kirine.

Her wiha Wezaretê dest nîşan kir ku 20 dronên Ûkraynayê li qada hewayî ya Qirim û herêma Smolenskê hatine xistin.

Ji aliyê xwe ve, Hêza Hewayî ya Ûkraynayê ragihand ku hêzên Rûsyayê şeva borî êrîşeke din bi dronan li ser Ûkraynayê pêk anîne.

 

Serokê berê yê Parlamentoya Ûkraynayê hat kuştin

 

Li aliyekê din jî, Serokê Ûkraynayê Volodymyr Zelensky ragihand ku serokê berê yê parlamentoya Ûkraynayê Andriy Parubiy li bajarê Lviv ê rojavayê Ûkraynayê hatiye kuştin.

Di heman demê de jî, her du alî amadekeriyên civînekê dikin da ku şer li Ûkraynayê rawestînin, Zelensky Moskova tawanbar kir û got: " Êrîşên Rûsya li ser xaka Ûkraynayê zêdetir dibin û divê cezayên giran li ser aliyên ku piştgiriya Rûsyayê dikin deynin, da ku rê li ber dan û standinan bê vekirin."

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24