Ev demek e di navbera Almanya û Amerîkayê de rageşî derdikeve.
Serokwezîrê Almanyayê Friedrich Merz bi Katolîkên ciwan ên li Bavyerayê re civiya û di civînê de wiha anî ziman:
“Ez ji zarokên xwe re pêşniyar nakim ku biçin DYA’yê perwerdeyê bibînin an jî bixebitin.
Sedema vê yekê jî rewşa civakî ya ku ji nişka ve li Amerîkayê diqewime.
Her çend ku Almanya demeke dirêj weke yek ji mutefîkên nêzî yên DYA’yê xuya bike jî, lê piştî ku Donald Trump careke din vegeriya Koşka Spî, rageşiya di navbera her du welatan de zêde bû.
Rêveberiya Berlînê bi taybetî piştî şerê Îranê, rexneyên xwe yên li hemberî Washingtonê zêde kir.
Merz gotibû ku meha Nîsanê, Tehranê li ser maseya muzakereyê Washington biçûk kiriye.
Serokê Amerîkayê Donald Trump jî li hemberî vê yekê îdîa kiribû ku serokwezîrê Almanyayê “karekî pir xirab kiriye” û ragihandibû ku 5 hezar leşkerên Amerîkayê yên li Almanyayê wê vekişin.
Merz di axaftina xwe de anî ziman ku ew hîna heyranê DYA’yê ye, lê ‘niha ev heyrantî zêde nabe’.
Merz îdîa kir ku Almanya ji bo ciwanan derfetên hîn baştir pêşkêş dike.
Friedrich Merz diyar kir ku li DYA’yê kesên ku perwerdeya baş dîtine jî, ji bo peydakirina kar zehmetiyan dikişînin û dest nîşan kir ku derfetên ku Almanya pêşkêş dike, divê hîn zêdetir derkevin pêş.