Li ber deriyê navendeke alîgirên Îsraîlê teqînek çêbû

Li Holandayê li ber deriyê navendeke alîgirên Îsraîlê teqînek çêbû.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî agahiyên ku hatine belavkirin, di encama teqîna li ber deriyê navendeke ku piştgiriya Îsraîlê dike Li bajarê Nikerkê yê Holandayê, zirarên madî çêbûn.

Li gorî ku polîsên wî welatî eşkere kirin, ev navend di dema teqînê de, vala bû. 

Her wiha polîsan da zanîn ku piştî hin lêkolînan, ev teqîn ji alîyê kesekî ku cilê reş li xwe kiribû pêk hatiye.

Ev bûyer piştî rêze êrîşên bi vî rengî yên li Holanda, Brîtanya û Belçîkayê, di nav şerê berdewam ê li Rojhilata Navîn de tê.

Ji destpêka şer ve, bi êrîşa Amerîka-Îsraîlê ya li ser Îranê di 28ê Sibatê de, Ambulansên ku ji hêla dilxwazên Cihû ve dihatin xebitandin li Londonê hatin şewitandin, li Antwerp a Belçîkayê wesayîtek hate şewitandin.

Her wiha li bajarê Liège yê Belçîkayê û bajarê Rotterdam ê Hollandayê 2 kenîşte hatin hedefgirtin. 

Dibistaneke Cihûyan li Amsterdamê jî bû hedef.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye