Ji 28´ê sibatê ve, şerê Amerîka û Îsraîl li dijî Îranê berdewam e.
Her çend mijara dan û standinan di navbera Amerîka û Îranê de, di rojevê de ye, lê heta niha negihiştine ti rêkeftinekê.
Rojnameya Wall Street Journal ragihandin ku Serokê Amerîkayê Donald Trump ji alîkarên xwe re gotiye ku her çend Tengava Hurmizê bi piranî girtî bimîne jî, ew amade ye ku operasyona leşkerî ya li dijî Îranê bi dawî bike.
Di vê raporê de, Wall Street Journal pişta xwe bi sê berpirsên rêveberiya amerîkî ve girêda ye û radighîne ku rêveberiya Trump bawer dike ku ji bo vekirina Tengava Hurmizê ji 4 heta 6 hefteyan hewce ye.
Li gorî berpirsan, armancên niha yên Waşingtonê, qelskirina hêza deryayî ya Îranê û kêmkirina şiyanên wê yên mûşekî ne.
Berpirsan destnîşan kirin ku vebijarkên leşkerî yên din li dijî Îranê li ser maseyê ne.
Duh jî, Donald Trump gef li Tehranê xwar û got:
“Heke Tehran Tengava Hurmizê veneke û dan û standin encamek lez nede, ez ê girava Xarg ji holê rakim.”
Caroline Leavitt: Şerê Amerîka bi îranê re divê di nav 2 hefteyan de biqede
Berdevka Qesra Spî Caroline Leavitt jî israra rêveberiyê dubare kir ku şerê Amerîka bi Îranê re divê di nav du hefteyan de biqede.
Leavitt, ji rojnamevanan re got ku Trump "her tim gotiye ku dema texmînkirî di navbera 4 û 6 hefteyan de ye.
Wê rave kir ku Trump dixwaze di nav 10 rojên bê de bigihêje rêkeftinekê.
Dema ku ji Leavitt hat pirsîn gefên Trump ên ji bo wêrankirina binesaziya sivîl a Îranê ne wekî sûcên şer in?
Wê anî ziman ku hêzên amerîkî dê her gav li gorî qanûnê tevbigerin.
Lêbelê, wê hişyarî da Îraniyan ku Artêşa Amerîkayê xwedî şiyanên ji xeyalên wan wêdetir in, lê serokê Amerîkayê naxwaze wan bi kar bîne.