Li herêma Kîevê di êrîşa berfireh ya Rûsyayê de kêmasî 15 kes hatin kuştin

Rûsyayê bi şev êrîşeke berfireh a esmanî bir ser Kîev paytexta Ûkraynayê û derdora wê; di encamê de herî kêm 15 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rayedarên Ûkraynayê ragihandin ku Rûsyayê bi şev êrîşeke berfireh a esmanî bi fuzeyên balîstîk û dronên (HADA) biriye ser bajarê Kîevê û her herêmên derdorê.

Di encama vê êrîşê de li derveyî bajêr 14 kesan jiyana xwe ji dest dan û 27 kesên din jî birîndar bûn.

Li nava navenda Kîevê bixwe jî jinekê jiyana xwe ji dest da û 12 kesên din birîndar bûn.

Şaredarê Kîevê Vitaliy Klitschko diyar kir ku ji ber bombebarana Rûsyayê li gelek deverên bajêr agir bi xaniyan ketiye û avahiyekî embarê hilweşiyaye.

Hat ragihandin ku tîmên rizgarkirinê du kes ji bin kavilan derxistine û xebatên lêgerînê berdewam dikin.

Li aliyê din, Wezareta Parastinê ya Rûsyayê piştrast kir ku wan bi çekên pêşketî û drona êrîşî navendên lojîstîk û belavkirina çekan a Kîevê kiriye.

Rûsyayê her weha îdîa kir ku li başûrê Odessa 3 keştiyên kargoyê yên ku çek û alavên leşkerî ji bo artêşa Ûkraynayê hildigirtin, kirine armanc.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye