Trump: Qonaxa yekem a agirbesta li Xezeyê wê vê hefteyê biqede

Serokê Amerîkayê Donald Trump destnîşan kir ku dan û standinên Xezeyê bi lez pêşve diçin û tê payîn ku qonaxa yekem, vê hefteyê biqede. Her wiha şandeya Hemasê ji bo dan û standinên nerasterast bi Îsraîlê re, gihişt Misrê. Ji aliyê xwe ve, serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu got ku heta hemû dîl neyên berdan, ew ê tu bendên din ên planê bicîh neyne .

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di agirbesta li Xezeyê de, pêşveçûnên girîng çêdibin û îro, ji bo hûrguliyên peymana agirbestê nîqaş bikin, wê şandeyên Hemas û Îsraîlê li Misirê bicivin.

 Serokê Amerîkayê Donald Trump duh, got ku dan û standinên berdewam bi Hemasê re ji bo bidawîkirina şerê li Xezeyê û berdana dîlgirtiyan, bi lez pêş ve diçin.

 Donald Trump ragihand ku tîmên teknîkî wê îro li Misirê, dîsa bicivin da ku hûrguliyan nîqaş bikin û tê payîn ku qonaxa yekem a agirbestê, vê hefteyê biqede.

 Trump bang li her kesî kir ku zû tevbigerin û got: "Dem pir girîng e, wekî din wê gelek xwînrijandin çêbibe."

 

Şandeya Hemasê gihişt Misirê

 

Li gorî daxuyaniya Hemasê jî, duh danûstandkarê sereke yê Hemasê, Xelîl el-Heyya, bi serokatiya şandeyekê gihişt Misirê da ku beşdarî dan û standinên nerasterast bi Îsraîlê re bibe.

 Di daxuyaniya Tevgera Hemasê de hatiye destnîşankirin ku ji bo destpêkirina dan û standinan li ser mekanîzmayên agirbestê, vekişîna hêzên Îsraîlê û berdana girtiyan li Xezeyê, şande çûye Misirê.

 

Netanyahu bicihkirina agirbestê bi berdana girtiyan ve girê dide

 Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu jî, piştî daxuyaniya Trump a ku Îsraîlê li ser xeta vekişînê ya destpêkê ji Xezeyê razî bûye, got ku heta hemû dîl neyên berdan, ew ê tu bendên din ên planê bicîh neyne .

 Her wiha Netanyahu got ku eger Hemas heta dema dawî ya ku Trump destnîşan kiriye, dîlgirtiyan serbest bernede, Îsraîl wê operasyonên xwe yên leşkerî li Xezeyê ji nû ve dest pê bike.

 

Serfermandarê artêşa Israîlê: Li xezeyê agirbest tune ye

 Ji aliyê xwe ve, Serfermandarê Giştî yê Îsraîlê Eyal Zamîr, duh got ku şerê li Xezeyê hîn bi dawî nebûye û agirbest tune ye.

 Zamîr tekez kir ku ger hewldanên siyasî ji bo berdana dîlgirtiyan û bêçekkirina Hemasê bi ser nekevin, hêzên Îsraîlê wê vegerin şer û got:

 "Em ê nehêlin ku hebûna Hemas wekî statuyeke siyasî û leşkerî li Xezeyê berdewam bike. Ger hewce be, em ê ji bo bidestxistina vê yekê şer bikin."

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24