Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbarê girtina wan her sê kesan de, 3 daxuyaniyên cuda dan û ragihand:
“Roja 3 û 5’ê cotmehê, hêzên me derbarê çend kesên ku bazirganiya çekan û madeyên hişbir li bajarê Reqayê dikin, agahî wergirtin.
Piştî teqezkirina agahiyan, hêzên me bi hevkariya bi Dozgeriya Giştî re 3 kesên sûcdar girtin.”
Li gorî daxuyaniyê, miqdarên mezin ên çekan, madeyên hişbir û amûrên bikaranîna wan hatin desteserkirin.
Di dawiya daxuyaniyê de, Hêzên Ewlekariyê eşkere kirin ku kesên sûcdar tevî dosyayên xwe ji Dozgeriya Giştî re hatin şandin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn daxwaz ji welatiyan kir ku ji bo tevgerên biguman, navendên Asayişê yên herî nêz agahdar bikin.