Piştî bidawîhatina sala perwerdeyê, êdî hemû xwendekarên dibistan û peymangehan bawernameyên xwe werdigirin.
Di vê çarçoveyê de, li stadyuma Cezîrê ya Hesekê 74 xwendekarên Peymanageha Amadekirina Mamosteyan bi merasîmekê derçûn.
Xwendekar, malbatên wan û endamên rêxistinên civaka sivîl beşdarî merasîmê bûn.
Ev xwendekarên ku derçûn ji hemû beşên cuda yên peymangehê bûn.
Di merasîmê de, Hevseroka Desteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser Samîra Hac Elî axivî.
Samîra Hac Elî derçûna xwendekaran pîroz kir.
Her wiha Samîra Hac Elî banga xurtkirina xebatên ji bo parastin û pêşxistina zimanê Kurdî kir.
Hevseroka Peymangeha Perwerdeya Mamosteyan a Hesekê Jînda Ehmê jî destnîşan kir ku xwendekarên îro bi zimanê dayikê derdiçin, peyamekê didin kesên ku hewl didin zimanê Kurdî jê bibin û înkar bikin.
Piştî axaftinan bawernameyên derçûnê li xwendekaran hatin belavkirin.