Bafil Talebanî: Em dê aramiyê vegerînin Kurdistanê

Serokê YNKyê Bafil Talebanî li Hewlêrê axifî û got: “Ew pirên ku di navbera vir û Îraqê de şewitandine, em dê wan ji nû ve ava bikin û sererast bikin û em dê aramiyê vegerînin Kurdistanê."

reset font size increase font size

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî îro di çarçoveya kar û barên hilbijartinê de li Hewlêrê gotarek pêşkêşî endam û alîgirên partiya xwe kir.

Bafil Talebanî diyar kir ku YNK dixwaze rêkeftineke mayînde li gel hikûmeta Bexdayê bike, "Da ku ev dudilî û êşa di dilê we de nemîne."

‘Em ji Zaxo heta Helebce yek cavî li Kurdistanê binêri’

Talebanî di derbarê pirsa budceyê de sozek da û wiha dewam kir: "Em dê budceya Kurdistanê wekî salên 2004-2013an lê bikin. Wê demê çawa bû, divê wisa be. Eger baştir nebe, em dê biçin Bexdayê û projeyên mezin ji bo Kurdistanê bînin. Lê bi awayekî YNK’yê, em dê ji Zaxoyê heta Helebceyê, li hemû Kurdistanê bi yek çavî binêrin."

Bafil Talebanî anî ziman ku Hûn dizanin em li Bexdayê bi hêz in, em dê Kurdistanê xweştir bikin û biparêzin û wiha pê de çû: “Ew pirên ku di navbera vir û Îraqê de şewitandine, em dê wan ji nû ve ava bikin û sererast bikin û em dê aramiyê vegerînin Kurdistanê."

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Hewlêrê 30 namzetên wê hene û çavê wê li beşek ji 16 kursiyên Hewlêrê ye.

YNK bi zêdetirî 150 namzeda li 7 hereman hilbijartinê xebatên hilbijartinê dimeşîne.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye