THY dest bi seferên Silêmaniyê dike

Piştî nêzikî du salan Tirkiye qedexeya li ser Balafirgeha Silêmaniyê rakir û THY sibe dest bi seferên xwe dike.

reset font size increase font size

Birêvebirê Ragihandinê yê Balafirhega Navneteweyî ya Silêmaniyê ragihand ku sibe sefera yekem a asmanî ya Turkish Airlinesê (THY) ya ji bo Balafirgeha Silêmaniyê bê kirin û hefteyê çar rojan dê seferên wan hebin.

Piştî nêzîkî du salan, 9’ê Cotmeha 2025’an û li ser daxwaza Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Tirkiye qedexeya li ser Balafirhega Silêmaniyê rakir.

Piştî rakirina qedexeyê, saet 01:10’ê berê sibehê ya sibe sefera yekem a balafira Turkish Airlinesê bigihîje Balafirhega Silêmaniyê.

Li gorî Tirkiyeyê de dê li gorî plana Turkish Airlinesê hefteyê çar rojan bên kirin.

Tirkiyeyê cara yekem 3’yê Nîsana 2023’an, qada xwe ya asmanî li ber Balafirhega Navneteweyî ya Silêmaniyê girtibû.

Ev yek bi hinceta zêdebûna çalakiyên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li sînor û zêdebûna bandora wê li balafirgehê bû, wekî ku Tirkiyeyê hincet dabû nîşan.

Hîmê Balafirhega Navneteweyî ya Silêmaniyê sala 2003’an hatibû danîn û sala 2005’an bi awayekî fermî hatibû vekirin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye