Meha Adarê di nava gelê Kurd de hem meha xemgînî û hem jî ya kêfxweşiyê ye.
Lewra di vê mehê de gelek salveger, çalakî û şahî hene.
Komkujiya Şaredariya Qamişloyê jî ji bo gelê Kurd bûyereke xemgîn e û pir bi êş e.
Bi avakirina şoreşa Rojava re Şaredarî jî hatin avakirin.
Wê demê şaredarî li herêmê saziyên sereke bûn ku gel bi rêxistin dikirin û pirsgirêkên wan çareser dikirin.
Ji ber vê jî 11'ê Adara 2014'an çeteyên DAIŞ'ê Şaredariya Gel ya bajarê Qamişlo kirin hedef.
2 çeteyên DAIŞ'ê destpêkê gule li xebatkaran reşandin, bombe avêtin odeyan û piştre teqemeniyên bi xwe ve teqandin.
Di vê êrîşê de, derdora 11 xebatkar û lêvegerên bi navê Îbrahîm Ezîz, Rewşen Mihemed Zekî, Fehid Ebdulezîz, Mûsa Azad Mûsa, Elî Bora, Cîhan Murad, Emîne Bîlal, Helebce Xelîl, Elaedîn Ebdulîlah û Awaz Mehmûd Mihemed li şaredariyê jiyana xwe ji dest dan.
Cara yekê bû ku çeteyên DAIŞ’ê saziyekê bi vî rengî dikirin hedef.
Îlankirina Rêveberiyên Xweser li kantonên Efrîn, Kobanê û Cizîrê di sala 2014'an de ji bo gelê Kurd û gelên herêmê gaveke dîrokî bû.
Rexmî ku şer li tevahiya Sûriyê dewam dikir, gelên Rojava xwe bi rêxistin kir û rêveberiya xwe îlan kir.
Êrişa li ser Şaredariya Qamişloyê piştî wan geşedanan bû.
Armanca komkujiyê têkbirina baweriyê li herêmê , tirsê li nava gel belav bike û destketiyên gel têk bibe.
Şaredarî kar û xebatên xwe dewam dike
Piştî vê êrîşê, şaredariyê birînên xwe pêça û xebatên xwe dewam kir.
Şaredariyê bêdulilî ji bo xizmeta bajarê Qamişlo bi erkên xwe rabû.
Li ser vê gelek proje, çareserî û plan pêk anî ku welatî ji gelek pirsgirêkan xelas kir.
Tevî ku li ser wê êrîşê 12 sal derbas bû, lê hîn jî birîna êrîşa hovana ya DAÎŞ'ê di nav gelê Kurd de zindî ye.