Zanîngeha Rojava: Nûçeyên di derbarê entegrekirina Zanîngeha Firatê de, ne rast in

Rêveberiya Zanîngeha Rojava daxuyaniya zelalkirinê ya entegreya kadroyên xwe di nava Zanîngeha Firatê de, da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ew bi her awayî van nûçeyên belavbûyî yên di derbarê entegreyê de red dikin, tiştê ku bûye li parêzgeha Hesekê, serdaneke naskirinê ya protokolî bû.”

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rêveberiya Zanîngeha Rojava têkildarî nûçeyên ku hatine belavkirin, ku kadroyên wê di nava Zanîngeha Firatê de hatine entegrekirin, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Rêveberiya Zanîngeha Rojava nûçeyên belavbûyî yên di derbarê "entegreya" kadroyên xwe de, di nav Zanîngeha Firatê de, bi her awayî red dike.

Hevdîtina dawî ya li parêzgeha Hesekê pêk hat, tenê serdaneke naskirinê ya protokolî bû, armanca wê nîqaşkirina rewşa perwerdeya zanîngehê û rêyên pêşxistina wê li herêmê bû.

Serdana ku hatiye kirin, dûrî her cure pêşniyarên kargêrî yên avahiyên taybet ên zanîngehê ne."

Rêveberiya Zanîngehê tekez kir ku mijarên stratejîk ên wekî mekanîzmayên entegrasyonê yên girêdayîna rêxistinî û dozên pisporiyê ne.

Di hevdîtinên kêlekî de nayên nirxandin, belê ev babet bi tenê bi Wezareta Perwerdeya Bilind û Lêkolînên Zanistî û saziyên fermî yên têkildar re, tên nîqaşkirin.

Her wiha, zanîngeh pabendbûna xwe bi salnameya xwendinê ya ku berê ji hêla Desteya Akademîk ve hatiye pejirandin, nû dike.

Di dawiyê de, Zanîngeha Rojava bang li dezgehên ragihandinê kir, ku di parvekirina nûçeyan de baldar bin û agahiyan ji çavkaniyên fermî bigirin, da ku ji belavkirina agahiyên çewt ên bandorê li saziyên perwerdeyê û xwendekaran dikin, dûr bikevin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye