Joseph Aoun: Bersiv ji pêşniyara min ya ji bo danûstandinê bi Îsraîlê re nehat

Serokkomarê Libnanê Joseph Aoun, ragihand ku wî bersiv ji pêşniyara xwe ya ji bo danûstandinê bi Îsraîlê re negirtiye. Li aliyekî din jî, balafirên şer ên Îsraîlê, belavok li ser paytexta Libnanê weşandin, tê de nivîsandibûn ku Hizbulahê bêçek bikin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokkomarê Libnanê Joseph Aoun ragihand ku, wî bersivek ji pêşniyara xwe ya ji bo danûstandinê bi Îsraîlê re negirtiye.

Joseph Aoun vê hefteyê xwe wekî beşek ji navbeynkarê ji bo bidawîkirina şerê di navbera Hizbulah û Îsraîlê de, pêşniyar kiribû.

Di dema hevdîtina xwe de bi Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî António Guterres re, Serokkomarê Libnanê Joseph Aoun, li gorî daxuyaniyeke serokatiyê wiha got:

"Min amadebûna xwe ya ji bo danûstandinê anî ziman, lê heta niha me ji aliyê din ve bersivek negirtiye."

Aoun hêviya xwe ji bo "piştgiriya civaka navneteweyî ji bo Libnanê di vê qonaxa krîtîk de" tekez kir.

Duşema borî, Aoun Hizbulah tawanbar kir ku ji bo "rûxandina dewleta Libnanê ji bo berjewendiyên rejîma Îranê" dixebite.

Roja Sêşemê, Malpera Nûçeyan a Amerîkî Axios ji çavkaniyên xwe veguhast ku, Îsraîlê pêşniyara Libnanê red kir û destnîşan kir ku bersivên Amerîkî û Îsraîlê "nerm û bi piranî gumanbar" bûn.

Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku hêzên wan heta niha li Libnanê zêdetirî 1100 êrîş pêk aniye.

 

Balafirên Îsraîlê belavok li ser paytexta Libnanê belavkirin

 

Di demekê de ku operasyonên leşkerî li ser Libnanê berdewam in, balafirên şer ên Îsraîlê belavok li ser paytexta Libnanê belavkirin.

Li gorî Ajansa France-Presse, li Beyrûtê çar caran li pey hev dengê teqînên bilind hate bihîstin.

Berî ku belavok dakevin erdê, dengê teqînan hat bihîstin.

Ajansa Nûçeyan a Neteweyî ragihand ku, deng ji ber balafirên Îsraîlê çêbûye ku pir nizm difiriyan û li ser hindek deveran, bi taybetî li Verdun, Hamra û Eyn el-Mreisseh, li rojavayê Beyrûtê, belavok diavêtin.

Yek ji belavokan wiha tê de hatiye nivîsîn: "Ji bo gelê Libnanî, divê hûn Hizbulah û mertalên Îranê bêçek bikin û Libnan biryara we ye, ne ya kesekî din e."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye