Serokê Amerîkayê eşkere kir ku wî bi Serokkomarê Libnanê Joseph Aoun û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re, dan û standinên pir baş kiriye.
Trump da zanîn ku her du aliyan jî, li ser aştiyê erê kirin û agirbesteke 10 rojî hat plankirin, ku ji Îro nîvê şevê de dest pê dike.
Di heman çarçoveyê de jî, ofîsa Serokatiya Libnanê ragihand ku roja Pêncşemê piştî nîvro, di navbera Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokkomarê Libnanê Joseph Aoun de peywendiyeke telefonî pêk hat.
Li gorî daxuyaniya ofîsa Serokatiya Libnanê, di peywendiya telefonî de, behsa hewldanên ji bo pêkanîna agirbestekê li Libnanê û pêşxistina aramiya li herêmê hat kirin.
Huzbulah: Em ji bo agirbesta li Libnanê hatine agahdarkirin
Her wiha parlamenterê payebilind ê Hizbulahê Hesen Fedlulah jî, eşkere kir ku ew ji agirbesta demkurt a ku ji hêla serokê Amerîkayê Donald Trump ve hatî ragihandin, hatine agahdarkirin.
Fedlulah got ku îro balyozê Îranê li Beyrûtê ew agahdar kirin, ku hewldanên Îranê bûne sedema sepandina agirbesteke berfireh li Libnanê.