Di 24 demjimêrên borî de, li Xezeyê di êrîşên Îsraîlê de, 90 kes hatin kuştin.
Her wiha Serfermandarê Giştî yê Artêşa Îsraîlê Eyal Zamîr, tekez kir ku Îsraîl piştî kuştina berdevkê Lîwayên Qasam baskê leşkerî yê Hamasê Ebû Ubeyda, ew ê berê xwe bide berpirsên Hemasê yên li derveya welat jî.
Keştiyên alîkariyê ji Barcelonayê ber bi Xezeyê ve bi rê ketin
Ji aliyê din ve jî, ji bo şikandina dorpêça deryayî ya Îsraîlê ya li ser Xezeyê û gihandina xwarin û pêdiviyên din ên mirovî, keştiyên ku alîkariyê hildigirin duh ji Barcelona ya Spanyayê ber bi Xezeyê ve bi rê ketin.
Trump plana çavdêriya Amerîkî li ser Xezeyê dinirxîne
Di heman demê de, raporên çapemeniyê destnîşan kirin ku di bin rêveberiya Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump de, planeke piştî şer li Xezeyê tê belavkirin:
Li gor wê planê, divê herî kêm 10 salan Xeze di bin çavdêriya Amerîkayê de bê birêvebirin.
Rojnameya Washington Post ragihand ku di vê planê de, piştî şer û di dema ji nû ve avakirina Xezeyê de, wê hemû niştecihên Xezeyê, çi bi rêya derketina bi dilxwazî bo welatekî din, an jî bo deverên sînordar û ewle yên di nav Şerîda Xezeyê de, werin veguhestin.