Hizbulahê, roja yekşemê, êrîşî Îsraîlê kiribû û piştgiriya xwe ya ji bo Îranê eşkere kiribû.
Paşê Îsraîlê, bersiva êrîşên Hizbulahê da û hin kesayetên payebilind ên ji Hizbulahê kuştin.
Têkildarî vê mijarê, îro artêşa Îsraîlê ragihand ku hêzên wê yên bejahî derbasî başûrê Lubnanê bûne.
Heya niha gelek aliyên girêdayî Îranê daxuyaniyên tolhildanê dan.
Lê ya herî çalak Hizbulah bû, bi vê operasyona li herêmê, xeteriya belavbûna şer dijwartir dibe.