Berdevkê Artêşa Îsraîlê ragihand ku di êrîşa artêşa Îsraîlê a li ser Tehranê de, hejmarek ji berpirsên Wezareta Îstîxbaratê ya dewleta Îranê hatin kuştin.
Di nav wan de, Cîgirê Wezîrê Îstîxbaratê yê Karûbarên Îsraîlê Yihya Hemîdî jî bû.
Di Tîrmeha 2024'an de, raporan nîşan dan ku "Seyîd Yihya Huseynî Pencekî", bi nasnavê "Yihya Hemîdî", berpirsyarê sereke yê operasyonên wezaretê ji bo kuştina dijberên dewleta Îranê li derveyî welat bû.
Hevjina Xameneyî di êrîşên roja şemiyê de hat kuştin

Her wiha, Medyaya Îranê, duh ragihand ku hevjina Elî Xameneyî, Mensûre Xeceste Baqirzade, ku piştî êrîşên Îsraîl û Amerîkayê yên li ser nivîsgeha Xameneyî ketibû di rewşa bêheşiyê de, hat kuştin.