Piştî êrîşa li ser tesîsên gazê yên li Parsa Başûr bihayên petrolê bilind bûye

Piştî bombebarana Îranê ji tesîsên enerjiyê yên Rojhilata Navîn re, nirxê petrolê bilind bûye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Piştî êrîşa li ser tesîsên gazê yên li Parsa Başûr, bihayên petrolê bilind dibe, krîz hîn mezintir dibe û nirxa petrola Brent gihîşt 5 dolaran ji bo her bermîlekê.

Bihayê petrola Brent bi 4.66 dolarî an jî ji sedî 4.3 zêde bû û gihîşt 112.04 dolarî serê bermîlekê.

Piştre jî ji 5 dolarî zêdetir bilind bû û gihîşt 112.86 dolarî.

Bihayê petrolê li rojavayê West Texas ya DYA'yê 96 sent, an jî ji sedî 1 zêde bû û gihîşt 97.28 dolarî serê bermîlekê, piştî ku di destpêkê de ji 3 dolarî zêdetir bilind bû.

Bihayê petrola Brent ji sedî 3.8 bilind bû, di heman demê de nirxa West Texas Intermediate (WTI) bê guhertin ma.

 

Êrîşên Îranê li der Ras Laffan ya Qatarê zirareke mezin çêkirye

 

Her wiha pargîdaniya Enerjiyê ya Qeterê ragihand ku êrîşên mûşekî yên Îranê li ser Ras Laffan, navenda sereke ya operasyonên hilberandina gaza xwezayî li Qatarê, zirarek mezin çêkirye.

Li aliyekî din jî Erebistana Siûdî got ku; 4 mûşekên balîstîk ber bi Riyadê ve hatin avêtin, asteng kirine û hewldanek êrîşa bi dronan li ser tesîseke gazê têk biriye.

 

Îran bersiva êrîşa li ser binesaziya wê yên enerjiyê li Parsa Başûr da

 

Îranê beriya êrîşên xwe yên li ser çend tesîsên petrolê li Erebistana Siûdî, Îmaratên Erebî û Qatarê, wek tolhildanek li hember êrîşên li ser binesaziya wê yaênnerjiyê li Parsa Başûr û Eseduyeyê, hişyariyên valakirinê dabû.

Parsa Başûr beşa Îranê ya mezintirîn zeviya gaza xwezayî ya cîhanê ye, ku Îran bi Qeterê re parve dike.

 

Trump: Em tevlî êrîşkirina zeviya gazê ya Parsa Başûr nebûne

 

Serokê DYA'yê Donald Trump got ku êrîşa li ser zeviya gazê ya Parsa Başûr ku  ji aliyê Îsraîlê ve hatiye kirin, DYA û Qeterê tevlî nebûn.

Donald Trump got ku Îsraîl dê êrîşî tesîsên din ên Îranî li Parsa Başûr neke heya ku Îran êrîşî Qeterê neke û hişyarî da ku heke Îran li dijî Dohayê tedbîran bigire, DYA wê bersivê bide.

Reutersê berê ragihandibû ku rêveberiya Trump, wek amadekariyek ji bo gavên din ên di kampanyaya xwe ya li dijî Îranê de, şandina bi hezaran leşkerên Amerîkî ji bo xurtkirina operasyonên xwe li Rojhilata Navîn dinirxîne.

 

Feysel bin Ferhan: Baweriya me bi Komara Îslamî ya Îranê winda bûye

 

Ji aliyê Erbistana Siûdî ve jî Wezîrê Derve, Prens Feysel bin-Ferhan ragihand ku baweriya bi Komara Îslamî ya Îranê "bi tevahî winda bûye".

Di civîna çaoemeniyê ya di navbera wezîrên derve yên Ereb û Îslamî de ku li Riyadê hat lidarxistin, Feysel bin-Ferhan diyar kir ku hikûmeta Îranê "van êrîşan ji berê ve plan kiriye".

Feysel bin-Ferhan dest nîşan kir ku ev kiryar ne bûyerên takekesî ne, lê beşek ji siyaseteke sîstematîk a ji bo zêdekirina aloziyê ye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye