Karkerên madenê yên ku ji bo mafên xwe yên kedê û tezmînatên xwe ber bi Enqereyê ve meşiyabûn, li ber Wezareta Enerjiyê rastî astengiya polîsan hatin. Piştî ku karkeran barîkatên polîsan nasnekirin, hêzên ewlekariyê bi gaza îsotê êrişî karkeran kir.
Di vê mudaxeleya tund de, Pisporê Rêxistinkirinê yê Sendîkaya Maden-Îş a Serbixwe Başaran Aksu û Serokê Sendîkaya Madenê ya Xweser Gokay Çakir tevî zêdetirî 100 karkeran hatin binçavkirin.
Tevî dorpêç û zextan jî, karkerên ku di parkê de asê mane bi dirûşmeyan çalakiya xwe didomînin.