Meclisa Dewletên Endam, ku saziya çavdêriyê ya Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî ye, dawî li erka Dozger Karîm Khan anî.
Meclis gihîşt wê encamê ku Khan tevgerên bê ûsûl ên cidî pêk anîne û erkên xwe bin pê kirine.
Di dengdanê de, ji 125 dewletên endam; 82’yan ji bo dûrxistina wî deng dan.
Tîma Khan, ku îdiayên tacîzên zayendî yên li dijî wî red dikir, parast ku ev îdia bi mebesta siyasî ye.
Karîm Khan di sala 2024’an de, ji ber şerê li Xezeyê daxwaza biryarên girtinê ji bo Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û wezîrê wê demê yê Parastinê Yoav Gallant kiribû di rojevê de bû.