Rêkarên yasayî ji bo gumanbarên ku di pêla duyemîn a operasyonan Gulistan Doku de hatibûn binçavkirin, hatin temamkirin.
Handan Sonel, hevjîna waliyê berê yê Dêrsimê Tuncay Sonel û Mehmet Aca xwediyê şîrketa înformatîkê, piştî daxuyaniyên xwe yên li dozgeriya giştî, ji bo Dadgeha Sulhê hatin şandin.
Handan Sonel bi tohmetên "hilweşandin, veşartin an guhertina delîlên sûcê" hat girtin.
Mehmet Aca bi tohmetên " bi awayekî neqanûnî gihîştin an mayîna di sîstemeke înformatîk de" û "hilweşandin, veşartin an guhertina delîlên sûcê" re rûbirû ye.
Dadgehê ji bo her du kesan biryara girtinê da û şand girtîgeha Erziromê.
Cerdevanê gund ê berê Yilmaz Arslan jî, bi kontrola dadî hat berdan.
Hejmara girtiyên doza Gulistan Doku gihişt 16 kesan
Piştî girtinên dawî, hejmara girtiyên di lêkolîna li ser Gulistan Doku de gihîşt 16'an.
Di pêla yekem a operasyonan de, 12 kes hatibûn binçavkirin.
Di nav wan de waliyê wê demê yê Dêrsimê, Tuncay Sonel, kurê wî Mustafa Turkay Sonel, hevalê Gulistanê Zaynal Abakarov, malbata wê û çend karmendên giştî hebûn.
Di pêla duyem a niha de, Fatîh Ozmen, Handan Sonel û Mehmet Aca hatin girtin.
Di çarçoveya lêpirsînê de, Ugurcan Açıkgoz, Suleyman Onal, Savaş Gulturk, Okan Yarici û Yilmaz Arslan bi şertê kontrola dadî hatin berdan.
Malbata Gulistan Doku dema ku gumanbar birin dadgehê bertek nîşan da.
Diya Gulistanê, Bedriye Doku, ji gumanbaran re got “qatil”.
Vekolîna delîlên nû û dozgeriya li dijî gumanbaran wekî beşek ji lêpirsînê berdewam dikin.