Civîna yekem a Desteya Şopandîn û Tespîtê bi rêveberiya Cigîrê Serokkomar Cevdet Yilmaz, li Beştepeyê hat lidaxistin.
Di civînê de Wezîrê Karên Derve Hakan Fidan, Wezîrê Karên Hundir Mustafa Çif ti çi, Wezîrê Dadê Akın Gûrlek, Wezîrê Parastinê Yaşar Guler, Serokê Rêxistina Îstîxbarata Neteweyî Îbrahim Kalın û Sekreterê Giştî yê Lijneya Ewlekariya Neteweyî Oktay Memiş beşdar bûn.
Civîn piştî 3 demjimêran bi dawî bû.
Piştî civînê daxuyaniyek hat weşandin.
4 komisyon ji bo çavdêrîkirin û birêvebirina pêvajoyê hatin avakirin
Di daxuyaniyê de avakirina 4 komîsyonan ji bo çavdêrîkirin û birêvebirina pêvajoyê hat ragihandin.
Navê van komisyonan jî wiha ye:
Komîsyona Koordînasyona Karûbarên Dadwerî û Hiqûqî.
Komîsyona Çavdêrîkirin û Tesbîtkirinê.
Komîsyona Yekgirtina Civakî û Entegrasyonê.
Komîsyona Bêçekkirin û Koordînasyona Stratejîk.
Di daxuyaniyê de hate eşşkere kir ku bi ketina meriyetê ya Qanûna Hejmar 7595, ku binesaziya qanûnî ya pêvajoyê pêk tîne, ji 18'ê tebaxa 2026'an pê ve, mekanîzmayên îdarî bi lez û bez ketin meriyetê.
Derbarê naveroka civîna Lijneyê de jî ev agahî hatin dayîn:
Xebata Lijneyê û hevrêzkirina karê ku ji hêla hemî saziyên dewletê yên beşdar di pêvajoyê de were kirin bi berfirehî hate nîqaşkirin.
Prosedûr û prensîbên ku di rêveberî û rêveberiya karê Lijneyê de werin şopandin hatin nîqaşkirin.
Di dawiya dxuyaniyê de wiha hat got:
"Dewleta me, bi hemû saziyên xwe yên ku bi hevrêziyeke tam dixebitin, dê bi biryardarî van gavên dîrokî yên ku dê yekbûna civakî xurt bikin, bidomîne."