Komeleya Mafên Mirovan ket 40 saliya xwe

Komeleya Mafên Mirovan piştî derbeya 12’ê Îlona 1980’ê li Tirkiyê û zexta derbeyê hê jî berdewam dikir û li girtîgehan îşkence gihaştibûn merheleyeke zêde hat avakirin. Tanju GunduzAlpê ku Sekreterê komeleyê dibêje ji 1986’an ve û heta niha ti tişt neguheriye û binpêkirina mafên mirovan hê jî berdewam e.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Komeleya Mafên Mirovan ket 40 saliya xwe. 

Komeleya Mafên Mirovan piştî derbeya 12’ê Îlona 1980’î ya li Tirkiyê, zexta derbeyê hê jî berdewam dikir û li girtîgehan îşkence gihaştibûn merheleyeke zêde hat avakirin. 

Ev komele ji aliyê 98 kesên ku malbatên girtîyan, parêzer, akademisyen û rewşenbîran ve tîrmeha 1986’an hat sazkirin. 

Komeleya Mafên Mirovan dikare bibêje şahîdiya dîroka 40 salên dawiyê yê Kurdan û Tirkiyê kiriye. 

Ji zextên derbeya 1980’î bigire, Komkujiya Helebçeyê, kuştina Vedat Aydin û Musa Anter, qetlîma Hotela Madimakê ya li Sêwasê, Dayîkên Şemiyê, qetlîamên Roboskê û 10`ê Cotmehê şahidiya van bûyeran û yên bi hezaran wekî wan kirine. 

Komele, her wisa ew bûyer kirine rapor û gihandine raya giştî. 

Wekî din komele li ser girtîyên sîyasî û yên nexweş, tundiyên li ser jinan û koçberan jî her daxuyaniyan dide. 

Tanju GunduzAlpê ku Sekreterê Komeleya Mafên Mirovan a Şaxa Enqerê ye, dibêje bi saya raporên Komeleya Mafên Mirovan ên li ser “gîrtîyan, îşkence, dema binçavkirinê” dewlet di hin mijaran de paşde gav avêtine.

GunduzAlp li ser pirsa “Gelo di 40 salan de, li ser mafên mirovan çi hat guhertin?” wiha axivî,

“Ji 1986’an ve û heta niha tiştên neyînî, bi tenê şiklî xirabiyên dewletê guhêrî. Ev çi ne? 

Wê demê îşkence, di girtîgehan de muameleyên xirab, li bajarên Kurdan binpêkirina mafên mirovan hebûn. 

Niha jî sizanekirî, qetlîam heye; Qetlîamên Roboskî û 10’ê Cotmehê çêbûn. 

Kesên hatine windakirin hene û malbatên windayan daxuyayiyan didin. 

Dayîkên Şemiyê ku daxuyaniyên wan gihîştine bi hezarê hefteyan. 

Em dikarin bibêjin ji aliyê sizanekerê û bîrê ve tişt neguheriye û binpêkirina mafên mirovan hê jî berdewam e.” 

Sekreterê komeleyê Tanju GunduzAlp, diyar dike ku di mijara mafê mirovan de; bîr, edelet, ji hevdu femkirin, gelekî girîng e û mafên kesên herî lawaz ji aliyê kesên din ve jî bikaribe bê parastin. 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye